Civîna Perlemana Îraqê ji bo hilbijartina serokekî nû hat paşxistin

Perlemana Îraqê
Perlemana Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê ragehand, “Civîna Perlemana Îraqê ji bo hilbijartina serokekî nû hat paşxistin”.

Îro roja Çarşemê, 22ê Mijdara 2023ê, Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê ragehand, “Civîna Perlemana Îraqê ji bo hilbijartina serokekî nû hat paşxistin”.

Ev di demekê de ye ku biryar bû îro Perlemana Îraqê rûniştineke neasayî bike û deriyê xwekandîdkirinê ji bo postê Serokatiya Perlemana Îraqê ji perlemantaran re veke.

Doh Sune li ser diyarkirina kandîdekî ji bo Serokatiya Perlemana Îraqê civiyan. Li gor zanyaran, Hevpeymaniya Siyadeyê û kesatiyên Sunî biryar daye desthilata destînşankirina kandîdekî ji bo Serokatiya Perlemana Îraqê bi Mihemed Helbûsê û Xemîs Xencer bê dan.

Roja Sêşemê, 14ê Mijdara 2023ê, bi tometa “sextekirina îmzaya perlemantar Leys Dilêmî”, Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê endametiya Serokê Perlemana Îraqê Mihemed Helbûsî hilweşand. Bi vî rengî arêşeyeke din jî li Îraqê çê bû ku niha hindek siyasetvan bizavê ji bo ragirtina rewşê dikin.

Bi bawera hindek çavdêrên siyasî, dûrxistina Helbûsî dê di hilbijartinên civatên parêzgehan de zirarê bigehîne deng û pêgeha Helbûsî.

Rojekê piştî wê biryara Dadgeha Federalî, Mihemed Helbûsî di konfiranseke rojnamevanî de got, “Dadgeha Bilind a Federalî rêkarên qanûnî û destûrî li ber çav wernegirtine. Li dû madeya 49ê ya destûrî û li dû qanûna hilbijartinan, biryara Dadgeha Federalî ne qanûnî ye. Em li ser wê yekê rijd in ku hemî alî pabendî destûrî bin”.