Perlemana Îraqê dengî dide edilandina qanûna Komisyona Hilbijartinan

Navenda Nûçeyan (K24) - Perlemana Îraqê dengî dide edilandina qanûna Komisyona Hilbijartinan û dema dirêjkirina karê qanûna komisyonê diyar dike.

Îro roja Çarşemê, 22ê Mijdara 2023ê, Perlemana Îraqê di rûniştina xwe de deng da edilandina qanûna Komisyona Bilind a Hilbijartinan.

Li dû vê edilandinê, dema karê qanûna Komisyona Bilind a Hilbijartinan ji bo şeş mehan hat dirêjkirin.

Biryar e 18ê Şibata 2023ê hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê, ji bilî parêzgehên Herêma Kurdistanê, bên kirin.