Li Hewlêrê 47 hezar şitil tên çandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serperiştiya Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê helmeteke çandina şitilan li Hewlêrê tê meşandin û 47 hezar şitil tên çandin.

Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê parve kiriye ku îro roja Pêncşemê, 23ê Mijdara 2023ê, bi serperiştiya Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî û bi amadebûna Wezîrê Berê yê Çandinê yê Tirkiyeyê Mehdi Eker, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Serokê Desteya Parastin û Çakkirina Jîngeha Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Sidîq, Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Mevlut Yakut û Şêwirmenda Serokê Herêma Kurdistanê ji bo pirsa guhertinên seqayê Beyan Samî, dê di merasîmekê de 47 hezar şitil bên çandin.

Li gor ragehandina Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, navê vê pirojeyê NEFES e û bi çandina 47 hezar şitilan ji Fermangeha Daristana Kesnezanê dest pê dike.

Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê herwesa ragehand, “Ev piroje di çarçoveya giringîdana bi keskkirina jîngehê û berhingarbûna guhertinên seqayê li Herêma Kurdistanê tê meşandin, ku li ser daxwaza Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevaya şitilan ji aliyê Wezareta Çandinê ya Tirkiyeyê û Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê ve ji bo hevahengî û piştevaniya kertê çandinê û jîngeha Herêma Kurdistanê hatine dabîn kirine".

Parastina jîngehê û zêdekirina kesaktiyan pareke giring a pilana kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, di wê çarçoveyê de salane helmeta çandina şitilan li piraniya bajar û bajarkên Kurdistanê tê meşandin.

Li gor zanyarên Desteya Parastin û Çakkirina Jîngehê, ji destpêka çêbûna kabîneya nehê heta Tîrmeha îsal rêjeya keskatiyan li Herêma Kurdistanê 18% hatiye zêdekirin.