Gera Yekê ya Festîvala Tehîna Amêdiyê tê vekirin

Festîvala Tehîna Amêdiyê / Wêne: Elind Eyûb - Kurdistan24
Festîvala Tehîna Amêdiyê / Wêne: Elind Eyûb - Kurdistan24

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo cara yekê Festîvala Tehîn û Berhemên Xwemalî yên Amêdiyê tê vekirin. Qaymeqamê qezaya Amêdiyê dibêje, “Rêkxistina vê festîvalê li ser raspardeya Serok Barzanî bû”.

Seet 10:30 ê sibeha îro roja Pêncşemê, 23ê Mijdara 2023ê, Gera Yekê ya Festîvala Tehîna Amêdiyê hat vekirin û dê ji bo dema du rojan berdewam be. Ji bilî tehînê, berhemên xwemalî yên din jî yên deverê dê di vê festîvalê de bên berçavkirin.

Qaymeqamê qezaya Amêdiyê Warşîn Mayî di daxuyaniyekê de ji peyamnêrê K24ê re ragehand, “29 aşên tehînê li sinorê qezaya Amêdiyê hene û berhemê wan hemiyan dê li vê festîvalê bê berçavkirin. Ji ber ku piraniya aşan bi avê kar dikin, tehîneke cuda, bitam û gelek baş tê çêkirin û ev e ku tehîna Amêdiyê ji tehîna deverên din cuda dike”.

Li Başûrê Kurdistanê tehîna Amêdiyê wekî navdartirîn tehîn tê hesibandin û dîroka çêkirina wê ji bo zêdetirî 500 salan vedigere. Welatî ji bo peydakirina wê tehînê ji hemî deverên Kurdistanê serdana Amêdiyê dikin.

Warşîn Mayî got, “Çi hejmarên durist li nik min nînin, lê ji ber ku aşên me tehînê ji kunciyên xwemalî çê dikin, çend berhemê kunciyan zêdetir be, rêjeya çêkirina tehînê jî zêdetir dibe”.

Ev çend sal in ku tehîna Amêdiyê ji bo Amerîka û Kanada û welatên Ewropayê tê hinardekirin. Li gor zanyarên Yekîtiya Hinardekaran a Dihokê, di şeş mehên borî de 600 tonên tehînê ji parêzgeha Dihokê hinardeyî derve hatine kirin.

Bi gotinên Qaymeqamê Qezaya Amêdiyê, “Piştî serdana vê dawiyê ya Serok Barzanî ji bo Amêdiyê û civîna wî bi welatiyên deverê re, biryar li ser rêkxistina festîvaleke taybet ji bo tehîna Amêdiyê û berhemên din ên xwemalî hat dan, bi merema nasandin û berbazarkirina wan berheman”.

Warşîn Mayî hinarên deverê wekî “baştirîn hinarên Kurdistanê” binav dike û dibêje, “Me xwast bi rêya rêkxistina vê festîvalê bazarên navxweyî û derve ji bo tehîn, hinar, simaq, birinc û berhemên din ên devera xwe peyda bikin”.

Du cûnên aşên çêkirina tehînê li Amêdiyê hene; hindek bi avê kar dikin û hindek bi karebayê. Xwediyê aşekî ji peyamnêrê K24ê re got, “Aşê me bi avê kar dike û em gelek zehmetê dibin heta em tehînê çê dikin ji ber ku bi gelek qonaxan tê çêkirin û pêdivîtiya me bi sê rojan heye”.

Xwediyekê aşekî din got, “Em her roj nêzî 200-300 kîloyên tehînê çê dikin. Tehîna me ji bo hemî parêzgehên Herêma Kurdistanê û Îraqê tê şandin û hindek jî ji bo welatên Ewropayê tê hinardekirin”.