Bi biryara Mesrûr Barzanî, çandina mejî ji bo 100 nexweşên Talasîmyayê li derveyî welatî tê kirin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çandina mejî ji bo 100 nexweşên Talasîmyayê li derveyî welatî tê kirin.

Fermangeha Medya û Zanyaran parve kiriye, bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, razîbûn li ser çarekirin û çandina mejî ji bo 100 nexweşên Talasîmyayê li derveyî Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin.

Amaje daye wê yekê jî ku ji bo vê meremê Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevahengiya Fermangeha Peywendiyên Derve hat raspartin ku rêkarên pêdivî bi merema çarekirina nexweşan li herdu welatên Tirkiye û Urdinê bidin ber xwe.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşa tendirustiya nexweşan li sernaserî Herêma Kurdistanê ji bo rêzbendiya çarekirinê li derveyî welatî dike bingeh.

Ev di demekê de ye ku roja Yekşemê, 23ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razîbûna xwe li ser terxankirina nêzî sê milyar dînaran ji bo dabînkirina derman û pêdivîtiyên pizişkî ji bo nexweşên Talasîmyayê li parêzgehên Herêma Kurdistanê diyar kir.

Li Herêma Kurdistanê nêzî çar hezar nexweşên Talasîmyayê hene. Par, 19ê Gulana 2022ê, bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 5 milyon û 500 hezar dolar bi merema çandina mejiyê hestî ji bo 100 nexweşên Talasîmyayê li derveyî Herêma Kurdistanê hatin mezaxtin.