Hikûmeta Herêma Kurdistanê karê medyayê birêk dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Azadiya rojnamevanî û medyayê weke yek ji prensîpên sereke yên rêveberiya baş û parastina maf, azadî û berjewendiyên giştî li Herêma Kurdistanê hatiye dîtin, Kabîneya Nehem jî tekezî li ser birêxistinkirin, bihêzkirin û berfirehkirina wê kiriye.

Li Herêma Kurdistanê 127 kenalên herêmî, 30 kanalên satelaytî, 176 radyo, 121 malper û 988 rojname û kovar, destûr ji Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan û Yekîtiya Rojnamegeran wergirtine.

Rêveberê Ragihandin û Çapemeniyê Şêrwan Ewla derbarê azadiya rojnameveniyê de, ji Fermangeha Medya û Zanyariyan re ragihand: “Li Herêma Kurdistanê yasaya jimare (35) ya rojnamevaniyê, weke yasayeke bêmînak di warê dabînkirina azadiya çapemeniyê de heye û kar pê tê kirin. Ji bo medyaya tê dîtin û bihîstin jî rêbernameya jimara (1) ya sala 2023an heye ku ji hêla Wezareta Çandê ve hatî derxistin. Bi hatina medyaya elektronîk re, ev qad di van yasa û rêgezan de hat birêkxistin, ta ku hem azadî hem jî mafên medyayê parastî be. Ev rênîşander dê piştî derxistina çend biryarên hikûmetê were cîbicîkirin. Hikûmet tenê bi rêya yasayê, serederiyê bi azadiya çapemeniyê re dike û daxwaza pabenbûnê dike, ne ku mafê azadiya rojnamevaniyê were binpêkirin.”

Ewla got jî: “Pêwîst e medyaya elektronîk jî xwe tomar bikin, ji ber ku bi medyayê re têkel bûye. Gelek caran di dozên yasayî de, divê ew alî were naskirin û agahdariya dadgehan li ser wî hebe, lê eger ne tomarkirî bin, dadgeh wan wekî neyasayî dibîne, lewma eger ev dezgehên ragihandinê xwe tomar bikin, dikarin karê xwe yê rojnamevaniyê bikin û bi awayekî azadtir kar bikin. Rêgezên me ew e ku karê medyayê birêkûpêk bikin, ne sansurkirina wê, lê divê hemû medya bên naskirin û qeydkirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser birêxistinkirina karê medyayî berdewam e, ev jî ji bo berfirehkirina karê ragihandinê û parastina jiyana rojnamevanan e, ku heta niha zêdetirî 8 hezar rojnamevanên çalak li sendîkaya rojnamevanan hatine tomarkirin.

Cîgirê Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê Azad Hema Emîn jî got: “Azadiya rojnamevaniyê çend rehendên wê hene, saziya yasayî ya rojnamevaniyê li Kurdistanê kariye vê qadê birêkûpêk bike û prensîpên wê yên giştî diyar bike. Yasaya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, heta radeyekê baş, azadiya pîşeyî ya rojnamevaniyê peyda kiriye. Li vir, mebesta me rojnamevanekî pispor e, ne ew kesên ku ne pispor in û dixwazin ji yasayan sûd werbigirin. Hebûna van hemû platform û saziyên ragihandinê li Kurdistanê, delîleke baş e li ser azadiya rojnamevaniyê, lê dîsa jî pêwîstî birêkxistin û çaksaziyê heye.”

Got jî: “Nirxandina azadiya rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê li ser bingehê saziyên bêalî ye, ne li ser nêrînên partiyan, bazariyên siyasî û armancên taybet e. Rêxistinên pispor û navendên akademîk li gorî dane û şarezayiya xwe, dikarin vê nirxandinê bikin. Lê gelek caran medya kirine alava mûzayedaya siyasî û yekalîkirina pirsgirêkên siyasî, ne ji bo dilsoziya bi medyayê re, lê ji bo projeyên siyasî.”

Herêma Kurdistanê xwediyê yasaya jimare 35 a sala 2007an a rojnamevaniyê ye û kar jî li ser guhertina yasa û rênmayan kiriye, ji bo hêsankirina karê medyayê.

Di demek nêzîk de rênmaya jimare 1 a sala 2023an li ser rêkxistina frequensên fezayî li Herêma Kurdistanê dikeve warê cibicîkirinê, ku ew jî rêkxistina karê medyayê ye da ku li gor pêşkeftinên teknolojî û medyaya nû bigunce.