Mesrûr Barzanî mezintirîn kargeha asinî li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê vedike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Kargeha Van Steel a Asinî li Hewlêrê vedike.

Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Îro roja Sêşemê, 28ê Mijdara 2023ê, seet 10.00 ê sibehê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê Kargeha Van Steel a Asinî li Hewlêrê veke”.

Van Steel li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê mezintirîn kargeha asin û şîşikan e, ji aliyê Koma Gelyawe tê bicihanîn ku li serdema kabîneya nehê destûra karkirinê wergiritye.

Di vê pirojeyê de 95% derfetên karî ji bo karkerên navxwe ne. Ev kargeh dê ji bo Herêma Kurdistanê bibe jêrxaneyeke mukom, dê keristeyên pêdivî yên avakirinê ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê bi zêdehî ve dabîn bike.

Sîstem û amûr bi standardekî cîhanî ji bo vê kargehê hatine danan û tevaya pişkên wê bi nûtirîn teknolojiya pêkve hatine girêdan. Taybetmendiyên vê kargehê cuda ne û ev cara yekê ye ku kargeheke asinî ya bi vî rengî li Herêma Kurdistanê hebe. Ev kargeh giraniya xwe dide ser sîkrabê navxwe û keristeyên xam ên derve, ev kargeh dosta jîngehê ye û çend taybetmendiyên din jî hene.

Pêştir jî serperiştên vê projeyê ragehandibû ku bi vekirina Kargeha Van Steelê zêdetirî du hezar derfetên karî yên rasterast û nerasterast dê peyda bibin.