Balyozê Japonê li Îraqê: Danûstandinên me bi Mesrûr Barzanî re berhemdar bûn

“Me li ser du fikran danûstandin kirin”
Mesrûr Barzanî û Futoshi Matsumoto
Mesrûr Barzanî û Futoshi Matsumoto

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Japonê li Îraqê Futoshi Matsumoto ragehand ku danûstandinên wan bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re berhemdar bûn û tekez li ser mukomkirina peywendiyên navbera Japon û Herêma Kurdistanê kiriye. Yek ji tewerên danûstandinên navbera wan jî nasandina sîstema perwerdeyê yê Japonê li dibistanên Herêma Kurdistanê bû.

Doh Sêşemê, 28ê Mijdara 2023ê, di merasîmên ragehandina koma derçûyên rahênanên JICA ya Japonî de li Hewlêrê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyonê Japonê li Îraqê Futoshi Matsumoto amade bûn û danûstandin li ser berdewamiya peywendiyan û çend projeyên hevpar kir.

Balyozê Japonê li Îraqê Futoshi Matsumoto li ser tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Me danûstandinên berhemdar bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re kirin, herwesa em li ser du fikran axiftin ji bo mukomkirina peywendiyên dualî di navbera Japon û Herêma Kurdistanê de, ku ew jî danûstandin bûn li ser nasandina sîstema perwerdeyê ya Japonî li dibistanên Herêma Kurdistanê û pêşxistina projeya pakijkirina ava binerd a Hewlêrê û bihêzkirina lihevguhertina bazirganî”.

Herwesa ragehandiye, “Min soz da Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku hemî bizavan bikim ji bo mukomkirina peywendiyên me bi Herêma Kurdistanê re û herwesa giringîdana me ji bo danûstandinên aştiyane yên navbera Hewlêrê û Bexdayê”.