Ozel û Akşener li ser pirsa hilbijartinên şaredaroyan dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokên du partiyên sereke yên opozîsyona Tirkiyeyê li ser pirsa hilbijartinên şaredaroyan îro dicivin.

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel îro dê serdana baregeha Iyî-Partiyê bike û bi seroka wê Meral Akşener re bicive.

Li gor zanyariyan, rojeva sereke ya civînê pirsa hevpeymanetiya CHP û Iyî-Partiyê di hilbijartinên şaredariyan de ye.

CHP û Iyî-Partî di sê hilbijartinên dawî yên Tirkiyeyê de hevpeyman bûn, lê Meral Akşenerê ragihandibû, ew ê bi tena serê xwe beşdarî hilbijartinên şaredariyan bibin.

Tê pêşbînîkirin hilbijartinên şaredariyan yên Tirkiyeyê di Adara 2024’an de bê kirin. Partiyên siyasî yên Tirkiyeyê jî ji bo hilbijartinan, dest bi amadekariyan dikin.