Pêşengiyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî di warê guhertinên keşûhewayê de

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda nûçeyan (K24) – Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî ji destpêka karkirina xwe were giringiyeke zêdetir bi bikaranîna enerjiya pakij wekî enerjiya şûngir daye, ew jî pêxemetî parastina jîngehê û kêmkirina bandorên nerênî li ser keşûhewayê.

Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek pirojeyên cuda cuda di warê parastina jîngehê û keşûhewayê de bi cih anîne û hindek jî di qonaxên bicihanînê de ne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tebaxa 2021ê biryar da ku şewitandina gazê li tevaya parzinîngehên petrolê yên tevaya Herêma Kurdistanê bê qedexekirin û yekser ew biryar bê bicihanîn. Ev jî piştî wê yekê hat ku li dû zanyaran rojane zêdetirî 150 milyon metrên sêcarkî gaz dihat şewitandin, lewma ji ber nîgeraniyên jîngehî û bandorên guhertinên keşûhewayê li ser Herêma Kurdisatnê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi temamî ew kar qedexe kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Gulana 2023ê berê binyatî ji bo mezintirîn westgeha berhemanîna karebayê bi enerjiya rojê li Herêma Kurdistanê dana. Ew piroje bi 100 milyon dolaran û bi şiyana 25 mêgawatan tê bicihanîn, biryar e li sala 2024ê bê temamkirin û dest bi karî bike, ev jî pareke dîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye û bikaranîna enerjiya nûbûyî û hêlana sotemeniya berdînî ye. Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dema danana berê binyatî yê wê pirojeyê de ragehand, “Ez hêvîdar im ev pêngav ji bo vekirina pirojeyên ji vî rengî li paşerojê bibe destpêkek û li sernaserî bajarên Herêma Kurdistanê bê bicihanîn”.

Herwesa kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî 100 pondan ji bo vegirtina ava baranê li sernaserî Herêma Kurdistanê çê kirine. Ev pond wekî rizgarkerên avê ji bo mehên havînê kar dikin, zeviyên çandinê û kertê xwedîkirina giyanerweran diparêze û herwesa rêyê li lehiyan û têkdana zeviyên çandinê digire.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Cotmeha îsal kargeheke pêşkeftî ya rîsaykilîna qîrî li Hewlêrê vekir. Ew kargeh li gor standardên jîngehî yên hevçerx hatiye çêkirin û kargeha yekê ye ji wî rengî li Îraqê û Herêma Kurdistanê dest bi karî dike. Di dema vekirina wê pirojeyê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku ev piroje pabendbûna hikûmetê li ser parastina jîngehê û çaksaziyên aborî tekez dike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li sala 2022ê qanûna hejmar 14 pejirand ku girêdayî parastina giyanewerên kûvî û bêserperişt ji serederiyên nesaxlem e. Her di wê salê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê qanûna hejmar 4 a girêdayî parastina çavkaniyên avê ji pîsbûna pîşesazî yan guhertina topografî ya destçêkiriya mirovan pejirandiye.