Şarezayekî jîngehê: Pêwîst e zêdetir hewz û bendav li Herêma Kurdistanê bên avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şarazeyekî di warê jîngehê de diyar dike, Îraq yek ji wan pênc welatan e ku guherîna keşûhewayê bandor lê kiriye. 

Pisporê jîngehê Hêmin Ebdulxaliq ji K24ê re ragihand, Iraq yek ji wan 5 welatan e ku guherîna keşûhewayê bandor li lê kiriye. Beşeke guherînan cîhanî ne, wek mînak, welatên pîşesazî dibin sedema zêdebûna germahiyê û beşek jî herêmî ne.

Got jî: “Guhertinên ku herî zêde bandor li herêma me kiriye, guherîna keşûhewayê, rêjeya baran, bilindbûna germahiyê û kêmbûna çavkaniyên avê ne. Herwiha qirêjiya hewa û şorbûna axê, ku bêtir herêmî ne.

Got jî: Her yek ji wan guhertinan li Îraqê, tedbîrên xwe hene. Herêma Kurdistanê jî wek beşeke Îraqê ji wan guhertinan ne bêpar e, lê di heman demê de jêdera başkirina jîngeha Îraqê ye jî.

Ebdulxaliq got jî: “Li Herêma Kurdistanê gavên baş di warê kesk û jîngehparêzî de hatine avêtin, lê gelek ji wan bi çanda takekesî ve girêdayî ye û beşek jî bi tedbîrên hikûmetê ve girêdayî ye, ku divê zêdetir hewz û bend bên avakirin.