Serokerkanê Hêzên Çekdar ên Îranê gihîşt Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokerkanê Hêzên Çekdar ên Îranê li Bexdayê ragihand, di navbera Îran û Iraqê de têkiliyên dostane hene û ti pirsgirêkeke ewlehiyê di navbera wan de nîne.

Sererkanê Hêzên Çekdar ên Îranê Mihemed Baqirî ji bo gotûbêjkirina pirsên siyasî û leşkerî bi berpirsên Iraqê re, duhî êvarê 2.12.2023an gihişte Bexdayê.

Baqirî piştî hatina xwe ji rojnamevanan re got: “Di navbera Îran û Iraqê de pêwendiyên dostane hene. Iraq cîranekî girîng ê Komara Îslamî ya Îranê ye.”

Serdana Baqerî di demekê de ye, grûpên alîgirên Îranê êrişî baregehên Amerîkî li Iraq û Sûriyeyê dikin, bi taybet piştî şerê Hemas û Îsraîlê ya 7ê Cotmehê borî de.

Sererkanê Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand, ti pirsgirêkeke ewlehiyê di navbera Îran û Iraqê de nîne û her du welat rêya hevkariyên leşkerî girtine.

Li gorî rapora ajansa nûçan a “IRNA”, mijara rûbirûbûna terorê, pêşhatên navçê û hevkariyên li sînor, mijarên sereke yên hevdîtinên Baqirî yên bi aliyên Iraqî re ne.