Hewlêr.. Benzînxane û jeneratorên jîngehê qirêj dikin dê bên cezakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Parastin û Çakkirina Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Ebdulrezaq Ezîz ragihand, ew ê benzînxane û jeneratorên ku jîngehê qirêj dikin, ceza bikin.

Ebdulrezaq Ezîz ji K24ê re ragihand, “Li gorî rênmayan sala 2023’an, eger projeyek binpêkirinan bike, dê ji bo rakirina binpêkirinan bê agahdarkirin û 10 rojan wek molet bidinê, eger cibicî nekir, em ê cezayê pereyan lê bisepînin.”

“Li gorî yasaya hejmar 8 a sala 2008’an, mafê me heye ku em projeyên ku jîngehê qirêj dikin, ceza bikin, lê em pêşwext wan bi rênmayan agahdar dikin.”

"Eger li benzînxane yan jî benzînxaneyê bermahiyên şil hebin, eger şûştingeh hebe û kanalîzasyon neyê paqijkirin yan jî keskahî tune be, dê bên cezakirin.Her jeneratorek jî ku bi mazot û nefta qirêj were karkirin dê bi heman awayî bên cezakirin.”