Peyamnêrê Kurdistan24ê: Li Kerkûkê êrîşî Heşda Şebî hat kirin

Cihê rûdanê
Cihê rûdanê

Kerkûk (K24) – Li başûrê rojavaya Kerkûkê êrîşî komeke çekdarên girêdayî Heşda Şebî tê kirin. Li gor zanyarên çavkaniyeke ewlehiyê ji bo K24ê, di wê êrîşê de kuştî û birîndar hene.

Îro roja Yekşemê, 3ê Berçileya 2023ê, çavkaniyeke hêzên ewlehiyê yên Îraqê ji K24ê re ragehand, berî demeke kêm li bajarkê Dûbizê ku dikeve başûrê rojavaya Kerkûkê balafireke nenas êrîşî Heşda Şebî kiriye.

Wê çavkaniyê amaje da ku, hêşta nayê zanîn ew balafira ku êrîşî wan hêzan kiriye a kê ye lê tê zanîn ku wê balafirê çekdarên Lîwaya 40ê ya Îmam Elî kirine armanc û kuştî û birîndar hene.

Tevî ku heta niha ronkirin li ser wê êrîşê nehatine dan ka bi rêya dronan an balafirên şerî bûye, lê ev êrîş piştî wê yekê hatiye kirin ku îro medyayên Îraqî amaje daye wê yekê ku ji devera Rebîeyê şeş moşek bi niyeta êrîşkirina ser bingeh û baregehên serbazî yên artêşa Amerîkayê û hevpeymanên wî welatî arasteyî axa Sûriyeyê hatine kirin.

Di eynî demê de Bereyê Bergiriyê yê Îraqî di ragehandinekê de amaje daye ku îro roja Yekşemê, 3ê Berçileya 2023ê, bingeheke serbazî ya Amerîkayê li bakurê rojhilata Sûriyeyê kiriye armanc û armanca xwe bi rengekî rasterast hingaftiye.

Herwesa hindek medyayên Îraqî amaje daye ku, Amerîkayê li Kerkûkê êrîş kiriye ser hêzeke Heşda Şebî û bi kêmî ve pênc kes kuştine û hejmareke din jî birîndar kiriye.