HEDEP nexşerêya xwe ya hilbijartinê aşkere dike

Ayşegul Dogan
Ayşegul Dogan

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (HEDEP) û Îyî-Partî, nexşerêyên xwe yên hilbijartinê îro aşkere dikin.

Civata Rêveber a Navendî ya HEDEPê roja Yekşemê li ser hejmarek pirs û mijarên hestiyar ên wekî nexşerêya HEDEPê ya di hilbijartinên şaredariyan de, redkirina navê HEDEPê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatin gotûbêjkirin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya HEDEPê eşkere kir, Berdevka HEDEPê Ayşegûl Dogan îro dê di civîneka rojnamevanî de biryarên civîna Civata Rêveber a Navendî ya HEDEPê eşkere bike.

Ji alîkî din ve, hefteya borî CHPê pêşniyara hevpeymaniyê bi Îyî-Partiyê biribû û Civata Giştî ya Îyî-Partiyê dê ji bo gotûbêjkirina pêşniyara CHPê bicive û tê çaverêkirin ku Îyî-Partî jî helwesta xwe ya di derheqê hilbijartinan de îro eşkere bike.

Tê pêşbînîkirin hilbijartinên şaredariyan yên Tirkiyeyê di Adara 2024’an de bê kirin. Partiyên siyasî yên Tirkiyeyê jî ji bo hilbijartinan, dest bi amadekariyan dikin.