Wezaretên Veguhastinê yên Îraqê û Herêma Kurdistanê danûstandinan li ser pirojerêya geşepêdanê dikin

Civîna Wezaretên Veguhastinê yên Îraq û Herêma Kurdistanê li Bexdayê
Civîna Wezaretên Veguhastinê yên Îraq û Herêma Kurdistanê li Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir û bi Desteya Wezareta Veguhadtinê ya Îraqê re civiya û danûstandin li ser pirojerêya geçepêdanê kirin. Herwesa ji bo merema birêveçûna gereke din a danûstandinan li ser vê pirojeyê, şandeke Wezareta Veguhastinê ya Hikûmeta Îraqê li destpêka sala bê serdana Herêma Kurdistanê dike.

Îro roja Duşemê, 4ê Berçileya 2023ê, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher û Serokê Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa bi Wezareta Veguhastinê ya Îraqê re cviiya û pêkve behsa pirojerêya geşepêdanê kir.

Wezîrê Veguhastinê yê Îraqê Rezaq Mihêbis di wî warî de ji K24ê re ragehand, me di civîna navbera xwe de behsa  rêya wê pirojeyê û wan parêzgehan kir ên ku ew piroje dê tê re derbaz bibe.

Navbirî amaje da wê yekê jî ku, gereke din a danûstandinan li ser vê pirojeyê dê bê kirin û lewma şandeke Wezareta Veguhastinê ya Hikûmeta Îraqê dê ji bo vê meremê li destpêka sala bê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher ji K24ê re got, “Em di danûstandinên xwe de li ser rêya pirojeya geşepêdanê gehiştin qonaxeke pêşkeftî ku ji Fawê dest pê dike û heta Zaxo li Herêma Kurdistanê dirêj dibe ku bi vê rêyê Îraq û Herêma Kurdistanê bi axa Tirkiyeyê ve tên girêdan.

Ji aliyekî din ve Birêveberê Hêla Asinî ya girêdayî Wezareta Veguhastinê ya Hikûmeta Îraqê Yûnis Kebî temambûna nêzî hezar kîlometrên lêkolîna axê ji bo rêya geşepêdanê eşkere kir û ragehand, “Amadekarî ji bo pirojeya rêya geşepêdanê berdewam in”. Navbirî ron jî kir, “Dîzayna destpêkî ya wê pirojeyê bi dirêjahiya nêzî 600 kolîmetran hatiye amadekirin”.

Birêveberê Hêla Asinî amaje da, “qonaxa bê dê şahida dîzaynên hûr be, pêşbînî jî tê kirin ku li nîva sala bê ev piroje ji bo kompaniyên navdewletî bê şandin”.

Herwesa got, “Nêzî 18 welatên Erebî, Yekîtiya Ewropayê û welatên Asyayê dixwazin tevlî rêbaza geşepêdanê bibin, bi rêya şêwirmendiyê, bicihanînê an jî weberhênanê”.