Hikûmeta Herêma Kurdistanê zirarên bendava Derbendîxanê çare dike

Bendava Derbendîxanê
Bendava Derbendîxanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê eşkere dike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ser qeyrana darayî re bi zêdetirî du milyar dînaran zirarên ku gehiştine bendava Derbendîxanê çare dike.

Îro roja Duşemê, 4ê Berçileya 2023ê, Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de eşkere kir ku li ser çarekirina zirarên ku gehiştine bendava Derbendîxanê berdewam in.

Li dû ragehandina Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê du milyar û du sed û heştê milyon dînar ji bo wê pirojeyê terxan kirine û Birêveberiya Giştî ya Bendav û Embarên Avê serperiştiya bicihanîna wê dike.

Wezareta Çandinê ragehand, di ser qeyrana darayî re, 75% ji karên pirojeya çarekirina zirarên ku ji ber erdhejê gehiştine bendava Derbendîxanê hatine bicihanîn û berdewam jî kar tê de tê kirin.