Pêşangeha Destê Zêrîn li Hewlêrê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi arîkariya Rêkxistina Meseleyê, wekî piştevaniyek ji bo jinên destrengîn pêşangeha Destê Zêrîn li Hewlêrê hat vekirin.

Yek ji endamên rêkxistinê yên rêkxistina Meseleyê ji K24ê re ragehand, “Îro roja Sêşemê, 5ê Berçileya 2023ê, pêşangeha Destê Zêrîn di nav pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê de ji bo xanimên destrengîn hatiye vekirin û dê ji bo dema du rojan berdewam be”.

Herwesa got, “Zêdetirî 150 jinan ku hindek ji wan xwediyên pêdivîtiyên taybet in û penaber in tevlî wê pêşangehê bûne”.

Amaje jî da, “Merem ji vekirina vê pêşangehê pêşxistina şiyanên jinan û vedîtina bazarî ji bo jinan e, herwesa piştevaniya aborê jinan û peydakirina jîngeheke guncayî ye ji bo berçavkirina behreyên wan û dûrkeftina ji berhemên kîmyayî yên derve û nêzîkkirin û aşnakirina welatiyên Herêma Kurdistanê bi berhemên me yê navxweyî”.