Hikûmeta Herêmê: Heta niha 175 hezar karmend di projeya “Hejmara Min” de hatine tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê amarên dawî yên tomarkirina projeya “Hejmara Min” a fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir.

Navenda Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 5.12.2023an ragihand, heta niha nêzîkî 175 hezar karmendên Herêma Kurdistanê di projeya “Hejmara Min” de hatine tomarkirin.

Diyar kir jî, “Proseya tomarkirina karmendan di projeya “Hejmara Min” de berdewam dike.

Projeya Hejmara Min

“Hejmara Min” pirojeyek e ku fermanberên kertê giştî, xanenişînan û hêzên ewlehiyê dikarin bi rengekê parastî û şefaf, bi rêya torekê bi amûrê eliktironî yê vekêşana diravî “ATM”ê, meaşên xwe werbigirin, ku zêdetirî hezar bingehan li tevaya Herêma Kurdistanê dê bên danan.

Hejmara Min pêşengiya kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo pêşvebirina kertê bankî û dîjîtalkirina peredanê ji bo zêdetirî yek milyon fermanber, karmendên hêzên ewlehiyê û xanenişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ev jî piştbestina bi karûbarên kaş kêm dike, aktîviya hikûmetê û şefafiyetê jî zêdetir dike.

Bi rêya pêşengiya “Hejmara Min”, fermanberên kertê giştî, hêzên ewlehiyê û xanenişînan dikarin bi rengekî parastî û şefaf û guncayî bi rêya torekê ji amûrê vekêşana pereyî (ATM) meaşên xwe werbigirin, ku zêdetirî hezar bingehan dê li tevaya Herêma Kurdistanê bên danan.

Herwiha ev piroje hêsankariyan dike ku tevaya pişkdarên wê bikarin xizmetkariyên bankî yên pêşkeftî bi dest bixin, wekî qerzan, paşkeftkirinê û peredana dîjîtal.