Xanzad Ehmed: Axaftina li ser amarên tundûtûjiyê nayê wateya zêdebûna haletên tundûtûjiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekretera Giştî ya Encûmena Bilind a Jin û Geşepêdanê dibêje, axaftina li ser amarên tundiyê nayê wateya ku haletên tundûtûjî zêde ne.

Sekretera giştî ya Encûmena Bilind a Jinan û Geşepêdanê Xanzad Ehmed di konferanseke rojnamevanî de ragihand, behskirina li ser amarên tundutîjiyê, ne bi wateya ku haletên tundûtûjiyê zêde bûnê, belku niha xelk haydar û amade ne ku dengê xwe bilind bikin.

Xanzad Ehmed amaje bi wê yekê kir ku di demên borî de tundî pir zêde bû, lê xelk kêmtir behsa vê yekê dikirin.

Pêştir jî Sekretera Giştî yê Encûmena Bilind a Jin û Geşepêdanê ragihandibû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hertim piştevaniya jinan kiriye.

Gotibû jî: “Plansaziya me ya 5 salî heye, ji bo karînên jinan nîşan bidin.”

Ev yek di demekê de ye, di çarçoveya helmeta rûbirûbûna tundûtîjiya li ser jinan de, îro Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed li gel encûmena jinan, rêveberiyên rûbirûbûna tundûtûjiyê li seranserî Herêma Kurdistanê û hejmarek ji rêxistinên civaka sivîl civiya.

Encûmena Bilind a Jinan di daxuyaniyekê de jî ragihand, di civînê de pirsa jinan li Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya cîbicîkirina yasa û rênimayên girêdayî jinan, hatin gotûbêjkirin.