Komên çekdar êrîş kir ser bingeha Eyn Esedê

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) – Bereyê Bergiriyê yê Îraqê bi dronan êrîş kir ser hêzên Amerîkayê li bingeha serbazî ya Eyn Esedê.

Bereyê Bergiriyê yê Îraqê ragehand, serê sibeha îro roja Çarşemê, 6ê Berçileya 2023ê, bi dronan êrîş kiriye ser bingeha serbazî ya Eyn Esedê, ev jî wekî bersivek li bernaberî destpêkirina êrîşên artêşa Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê hatiye kirin.

Êrîşa îro ya komên bi navê bergiriyê êrîşa yekê ye piştî bidawîhatina agirbesta heftrojî ya çekdarên Hemasê û artêşa Israîlê.

Pêştir Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê CENTCOM ragehandibû, serê sibeha roja 3ê Berçileya 2023ê, 15 moşekên 122 milîmetrî ji axa Îraqê arasteyî bingehên hêzên wan li devera Rimêlanê ya Sûriyeyê hatine kirin, lê çi ziranên canî û madî ji wê êrîşê çê nebûne.

Amaje dabû wê yekê jî ku bi rêya dronan cihê avêtina moşekên wan diyar kiriye û ji bo berpirsên Îraqê şandiye ji bo ku lêkolînan li ser bikin.

Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê CENTCOM tekez li ser wê yekê jî kiribû ku li ser parastina hêzên Amerîkayê û hevpeymanan li dijî êrîşan berdewam bin.

Serbazgeha Eyn Esedê dikeve parêzgeha Enbarê li rojavayê Îraqê û hêzên Amrîkayî li wê bingehê hatine binecihkirin.