Li Silêmaniyê bi sedan milyon dînar ji bo çend projeyên xizmetguzariyê hatin xerckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Şaredariyan 970 milyon dînar ji bo cîbicîkirina çend projeyên xizmetguzariyê yên av û geştiyariyê li Silêmaniyê xerc kir.

Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, wan razemendî daye ku zêdetirî 970 milyon dînar ji bo cîbicîkirina çend projeyên xizmetguzariya avê û geştiyariyê li Silêmaniyê bê xerckirin.

Li gorî daxuyaniyê, Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê li ser rêjeya %15 ji dahata sektora geştiyariyê ya Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Silêmaniyê, razemendî nîşan daye ku 214 milyon û 143 hezar dînar ji bo avakirina sêtên tuwalet û nimêjgehê li parka Hawarî Şar.

Da zanîn jî, li ser rêjeya %17 dahata avê ya Rêveberiya Ava Silêmaniyê; razemendî nîşan daye ji bo xerckirina 308 milyon û 277 hezar û 661 dînar. Ji bo pêkanîna projeya kişandina boriyan li kolana Botan/54 ji bo paqijkirina qirêjiya avê.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye, 107 milyon û 310 hezar û 630 dînar ji bo cîbicîkirina projeya kişandina boriyan li cadeya Aştî û çend cadeyên din ên taxa Aştî were xerckirin.

Di dawiyê de hatiye gotin, li ser rêjeya %17 ji dahata avê ya Rêveberiya Avê ya Silêmaniyê, razemendî ji bo xerckirina 341 milyon û 180 hezar û 310 dînar nîşan daye, ji bo cîbicîkirina projeya kişandina boriyên avê ya taxa Şarewanî/407 li Silêmaniyê.