Saziya Meteorolojiyê bo 4 bajarên Bakur hişyarî da

Diyarbekir (K24) – Saziya Meteorolojiya Tirkiyeyê ji bo Diyarbekir, Çewlig, Sêrt, Mûş û Êlihê hişyarî da ku sibe dê baraneke xurt bibare û bang li welatiyan kir baldar bin û bergiriyên xwe bistînin.

Saziya Meteorolojiya Tirkiyeyê bo îro çarşemê li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê, di asta pirteqalî de hişyariya metirsiya barana xurt da û bo 19 bajaran jî di asta zer de hişyarî da.

Ew 4 bajarên ku hişyarî ji bo wan hatiye dayîn ev in: Diyarbekir, Çewlig, Mûş, Sêrt.

19 bajarên hişyarî bo wan hatine dayîn jî wisa ne: Semsûr, Aydin, Balikesîr, Bedlîs, Çanakkale, Edîrne, Elezîz, Erzirom, Colemêrg, Îzmîr, Qers, Meletî, Mêrdîn, Mugla, Dêrsim, Ruha, Wan, Şirnex, Erdexan.

Saziya Meteorolojiyê hişyariyê dide dibe ku li bajarên hatine destnîşankirin barana xurt û şid û her wiha befir bibare û divê welatî hember bûyerên xwezayî yên wek rabûna lehiyê, qerîsekê haydar bin û bergiriyên xwe jî hember girtina rêyên hatçûyê bistînin.