Omêd Sebah: Bernameya PDKê xizmetkirina Kerkûk, xelk û pêkhateyên wê yên resen e

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje, bernameya PDKê ne tenê bidestxistina postan e, belkû xizmetkirina bajarê Kerkûkê û xelkê wê ye.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Omêd Sebah di serdana û vegera xwe ya ji bo Kerkûkê de ragihand, vegera PDKê bo Kerkûkê rojeke dîrokî ye û ew kêfxweş in ku vegeriyane, bi taybetî ji bo xizmeta xelkê resen ê wî bajarî.

Sebah herwiha got, peyama wan a berî hilbijartinên Encumenên Parêzgehan û piştî hilbijartinan jî xizmetkirin e. Tekez jî kir, ew bi lîsteya 197 ya PDKê li Kerkûkê û bi rêbertiya Serok Barzanî dê bipêş bikevin û gavan ji bo serkeftina lîsteya xwe bavêjin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKê diyar kir jî, wan bernameya xwe ya ji bo hilbijartinan eşkere kiriye û sozê didin xelkê Kerkûkê ku ew ê bernameya xwe, cîbicî bikin.

Derbarê pêwendiyên PDKê bi aliyên din ên siyasî re jî Sebah tekez kir, pêwendiyên wan bi hemû hêzên siyasî re asayî ye û dixwazin bi hev re kar bikin û xizmeta bajarê Kerkûkê bikin.

Herwiha Omêde Sebah tekez kir jî: peyama PDKê ne, ne peyama bidestxistina postan e, lê ew dixwazin xizmeta Kerkûkê bikin.