Hêzên Asmanî yên Îraqê 3 çekdarên DAIŞê li Kerkûkê kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Balafirên şerî yên Îraqê sê çekdarên DAIŞê di êrîşeke asmanî de li nihala Zexîtonê ya girêdayî kertê operasiyonên Kerkûkê dikin armanc.

Îro (Pêncşem, 7ê Berçileya 2023ê) Şaneya Ragehandinê ya Ewlehiyê di ragehandinekê de eşkere kir ku, balafirên şerî yên F12 ên girêdayî hêzên asmanî yên Îraqê li nihala Zexîtonê ya girêdayî operasiyonên Kerkûkê gurzeke kujek li şaneyeke teroristî da.

Wê çavkaniya ewlehiyê eşkere kir ku, wî gurzê balafirên şerî 3 çekdarên DAIŞê kirine armanc. Herwesa got, ev amara destpêkî ya êrîşa asmanî ya îro ye.