Pentagon ji bo K24ê: Erkê hêzên me li Îraqê berhingarbûna DAIŞê ye

Pentagon
Pentagon

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê - Pentagon ji bo K24ê eşkere kir ku, Hikûmeta Îraqê ji bo parastina hêzên wan li Îraq û deverê arîkar bûye.

Îro (Pêncşem, 7ê Berçileya 2023ê) cîgira Berdevkê Pentagonê Sabrina Singh di bersiva peyamnêrê K24ê Îsa Hesen de ragehand ku, mana hêzên wan li Îraqê li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê ye. Herwesa amaje da ku, erkê hêzên wan li Îraqê berhingarbûna DAIŞê ye.

Sabrina Singh behsa wê yekê jî kir ku, 78 caran êrîşî bingehên serbazî yên hêzên Amerîkayê û hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê hatiye kirin.

Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê got, “Ji ber wan êrîşan, 66 serbaz û karmendên me birîndar bûne, lê birînên wan sivik bûne û ew hemî vegeriyane ser erkên xwe”.