Umêd Xoşnaw: Kompanî vedigerin Herêma Kurdistanê û weberhênanê dikin

Umêd Xoşnaw
Umêd Xoşnaw

Navenda Nûçeyan (K24) – Konfiransa salane ya Civata Bazirganî ya Îraqî-Brîtanyayî (IBBC) li bajarê Dubey yê Îmaratê bi rê ve diçe û Şandeke Herêma Kurdistanê jî tevlî çalakiyên wê dibe, Parêzgerê Hewlêrê amajeyê dide wê yekê ku kompanî dîsa vedigerin Herêma Kurdistanê û weberhênanê dikin.

Îro (Înî, 8ê Berçileya 2023ê) Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Dubey taybet ji K24ê re ragehand ku, wekî Herêma Kurdistanê û Hewlêra paytext tevlî çalakiyên wê konfiransê dibin.

Bal kişand ser wê yekê jî ku ev konfirans dibin sedema pêşveçûna peywendiyan di navbera hemî aliyan de.

Parêzgerê Hewlêrê herwesa behsa wê yekê jî kir ku, Serokwezîr Mesrûr Barzanî berdewam tekezê li ser pêşxistina peywendiyên bazirganî li navxweya Herêma Kurdistanê û derve jî dike.

Umêd Xoşnaw amaje da wê yekê jî ku, di civînên xwe de bi wan şandan re yên ku tevlî vê konfiransê bûne zêdetir danûstandinan li ser tewerên perwerde, pîşesazî, guhertinên seqayî, çandinê û çend tewerên din dikin.

Tekez jî kir ku hemî tevlîbûn û danûstandinên wan bi şandên vê konfirasê re li dû bernameya kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dîtinên sitratejî yên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ne, taybet di warên aborî û bazirganî û weberhênanê de.

Herwesa Parêgerê Hewlêrê ron kir ku ev çend sal bûn hindek kompanî ji ber şerê DAIŞê ji Herêma Kurdistanê derkeftibûn, lê niha kompanî dîsa vedigerin Herêma Kurdistanê û weberhênanê dikin.

Sibeha doh (Pêncşem, 7ê Berçileya 2023ê) Konfiransa Salane ya Civata Bazirganî ya Îraqî-Brîtanyayî (IBBC) li bajarê Dubey yê Îmaratê li jêr navnîşanê “Îraq: avakirina paşerojeke berdewam” hat destpêkirin û îro jî dê berdewam be.