Mihemed Şukrî: Bizavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo rêkxistina bankan berê weberhêneran didin Herêma Kurdistanê

Mihemed Şukrî
Mihemed Şukrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Konfiransa salane ya Civata Bazirganî ya Îraqî-Brîtanyayî (IBBC) li bajarê Dubey yê Îmaratê bi rê ve diçe û Şandeke Herêma Kurdistanê jî tevlî çalakiyên wê dibe. Serokê Desteya Weberhênanê amajeyê dide wê yekê ku, bizavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo piroseya Hejmara Min û rêkxistina bazar û bankan dê berê weberhênan bidin Herêma Kurdistanê.

Îro (Înî, 8ê Berçileya 2023ê) Serokê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî taybet ji K24ê re ragehand, ji bo Herêma Kurdistanê giring e ku tevlî civînên Civata Bazirganî ya Îraqî-Brîtanyayî dibe, û ji bo îsal jî civînên şanda Herêma Kurdistanê birine odeyeke taybet ji bo ku danûstandinan li ser gelek tewerên peywendîdar bikin.

Serokê Desteya Weberhênanê amaje da wê yekê jî ku, Herêma Kurdistanê bi rengekî çalak tevlî wê konfiransê û panel û civînên wê dibe û derfetek e jî ji bo zêdetir nasandina Herêma Kurdistanê ji bo derve taybet di warê weberhênanê de.

Mihemed Şukrî behsa wê yekê jî kir ku, di civîn û rûniştinên roja duyê ya çalakiyên Civata Bazirganî ya Îraqî-Brîtanyayî de zêdetir li ser her sê tewerên çandinê, weberhênanê û pîşesazî danûstandin tên kirin, ji bo wê meremê jî sîstema bankî û kirîn û firotinên bi dînar û dolaran û herwesa hêsankariyên pirojeyên weberhênanê hatine berçavkirin.

Herwesa navbirî di pareke din a daxuyaniya xwe de got, “Mijarên Hejmara Min û rêkxistina bazarî û bankan ku bizavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ne aliyekî din ê tewerên serekî ye ji bo danûstandinan.

Herwesa got, “Ew bizav hemî bi wê niyetê ne ku ji bo kompaniyên biyanî ron bikin ji bo ku weberhênanê li Kurdistanê bikin”.

Ron jî kir ku eger bank bên rêxistin, pareyekî zêde dikeve nav xelkî û piroseya weberhênanê berfirehtir û mezintir dibe.

Doh (Pêncşem, 7ê Berçileya 2023ê) Konfiransa Salane ya Civata Bazirganî ya Îraqî-Brîtanyayî (IBBC) li bajarê Dubey yê Îmaratê li jêr navnîşanê “Îraq: avakirina paşerojeke berdewam” hat destpêkirin û îro jî dê berdewam be.