Peyama Serok sersaxiyê li malbatên qurbaniyên şewata Soranê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî ji ber bûyera şewata avahiyeke niştecihbûnê li bajarê Soranê, peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Bi bihîstina nûçeya diltezîn li bajarê Soranê gelek xemgîn bûm, ku agir bi avahiyeke niştecihbûnê ket û di encamê de hejmarek welatiyan jiyana xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûn.”

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Pirse û sersaxiya xwe arasteyî malbatên qurbaniyên vê karesatê dikim û xwe bi hevparê xema wan dizanim.”

Serok Barzanî got jî: “Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê qurbaniyên vê bûyera diltezîn bi bihişta bihuşt şad bike, sebir û aramiyê bide malbatên wan û şifaya bilez jî bide birîndaran.

Duhî êvarê 8ê Berçileya 2023an agir bi avahiyeke li bajarê Soranê ket û tê de 14 xwendekar, mamosta û welatiyên din canê xwe jidest dan û çend kesên din jî birîndar bûn.