Samî Şebek: Em dixwazin hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bi “yek navçeyî” bên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Komela Lîberalên Tirkmen daxwaz kir ku hilbijartinên bê yên parlamentoya Kurdistanê bi “yek navçeyî” bên kirin û got: “Ji bo ku mafên ti pêkhateyaan jidest neçe.”

Partiyên siyasî yên Tirkmen, Xiristiyan, Kildanî û Aşûrî îro 9ê Berçile danê sibê li Hewlêrê civiyan û derbarê hejmara kursiyên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de gotûbêj kirin.

Serokê Komela Lîberalên Tirkmen Samî Şebek piştî civînê di konferanseke rojnamevanî de got. “Em daxwaz dikin ku gilîkirina li Dadgeha Federalî ya li ser hejmara kursiyên pêkhateyan û yasaya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hatiye vekirin, were redkirin.”

Şebek got: “Dabeşkirina kursiyên pêkhateyan li ser çend navçeyan, dê dengên Tirkmenan winda bike. Em dixwazin hilbijartinên bê yên parlamentoyê bi sîstema yek navçeyî bên kirin, da ku dengên ti pêkhateyekê winda nebe.”

Beriya civînê jî, Wezîrê Gihandin û Veguhastinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher ku ji pêkhateya Kirîstiyan e di konferanseke rojnamevanî de got: “Piraniya Tirkmenan li Hewlêr û Duhokê dijîn, herwiha ji sedî 99ê Kildanî, Suryan û Aşûrî li Hewlêr û Duhokê dijîn. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku em di hevdîtinên xwe de ji bo parastina mafên xwe bibin yek helwest.”

Roja Yekşemê 03-12-2023, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li ser giliya li ser çend xalên yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê civiya, lê rûniştin bo 27ê vê mehê hat paşxistin.

Ew gilî li ser pênc xalên yasaya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hatine tomarkirin, ku behsa hejmara kursiyên parlamentoyê, yek bazine û fireh bazneya hilbijartinan û hejmara kursiyên kotayê dike. Ev gilî jî ji aliyê Serokê Fraksiyona YNKê Ziyad Cebar û endamê Kirîstiyanî yê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Amanc Necîb Şemûn ve hatine tomarkirin.

Li gor madeya 36 ya yasaya Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê, 5 kursiyên kotayê ji bo pêkhateyên Kildan, Suryan û aşûriyan tê veqetandin, kursiyek ji bo pêkhateya Ermenî û 5 kursî jî ji bo Tirkmenan tê dayîn.

Eger Dadgeha Federalî di berjewendiya giliyê de biryar bide; 11 kursiyên pêkhateyan li Parlamentoya Kurdistanê dê dakeve 6 kursiya û ti kursiyeke Tirkmenan jî di parlamentoyê de namîne.

Biryare 25ê Sibata 2024ê gera şeşemîn a hilbijartinên parlamentoyê bi çavdêriya rasterast a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê were lidarxistin.