PWK: Şêx Seîd rêberê netewî û rûmeta miletê Kurd e

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Weletparêzên Kurdistanê (PWK) êrîşên vê dawiyê yên alîyên şowenîst û nîjadperest li dijî rêberê Kurd Şêx Seîd şermezar kirin û ragihand, “Şêx Seîd rêberê netewî û rûmeta miletê Kurd e.”

Daxuyaniya Buroya Ragehandinê ya PWK:

Şêx Seîd, ji ber ku serokê netewî û rûmeta miletê Kurd bû, li gel 46 hevalên xwe, ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hate îdam kirin.

Hinek kes û alîyên ku berdewamîya Îttîhad Terakkî ne û bi navê çeprewîtî yan rastrewîtî tevdigerin, bi ziman, nêrîn, helwest û haletî rûhîye ya ku yên Şêx Seîd îdam kirine, êrîş û bêrêzîyê li rêberê miletê Kurd Şêx Seîd dikin. Em van kes û alîyên şowenîst, nîjadperest û dijminên mirovahîyê, dijminên miletê Kurd in şermezar dikin.

Şêx Seîd rêberê netewî û rûmeta miletê Kurd e.