Îraq û Herêma Kurdistanê danûstandinan li ser piroseya serjimêriya xwecihan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pilandananê ya Herêma Kurdistanê bi Wezareta Pilandananê ya Îraqê re civiya, danûstandin li ser piroseya serjimêriyê kirin û tekez li ser giringiya bicihanîna wê piroseyê kir.

Îro (Duşem, 11ê Berçileya 2023ê) Wezîrê Pilandananê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dara Reşîd bi Wezîrê Pilandananê yê Îraqê Mihemed Elî Temîm re civiya.

Di wê civînê de, Wekîlê Wezaretê Sîrwan Mihemed û Serokê Desteya Amarê ya Herêma Kurdistanê û Serokê Dezgeha Navendî ya Amarê ya Îraqê û hejmareke şêwirmendan amade bûn, û danûstandin li ser serjimêriya giştî ya akinciyên Îraq û Herêma Kurdistanê kir.

Di pareke din a wê civînê de, Wezîrê Pilandananê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir, Herêma Kurdistanê piştevana wê serjimêriyê ye ku ji bo pêşxistina welatî tê kirin, ku di eynî demê de ji merem û maytêkirinên siyasî û bikaranîna wê wekî givaştineke siyasî li ser Herêma Kurdistanê dûr be.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Pilandananê yê Îraqê amaje da wê yekê ku, ev serjimêrî ji bandora siyasî dûr e û dê sedemeka ji bo pêşxistina welatî û gehandina xizmetkariyan jî giring be.

Herwesa amaje bi giringiya piroseya serjimêriyê li tevaya Îraqê û Herêma Kurdistanê hat dan, ku li ser bingeha wê pilanê be ya ku her du aliyan pêngav jê re avêtine, herwesa ew hemî arêşe û kêmûkasî jî bên çarekirin ên ku dikevin rêya serxistina wê pirsoeyê.