Xalid Ebas: Li Dihokê hemî amadekarî ji bo hilbijartinên civatên parêzgehan hatine kirin

Xalid Ebas
Xalid Ebas

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberê Nivîsîngeha Dihokê ya Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê radigehîne, “Hemî amadekarî ji bo piroseya hilbijartinên civatên parêzgehan hatine kirin”. Herwesa dibêje “Zêdetirî 54 hezar kesan mafê dengdanên taybet û giştî heye”.

Îro (Înî, 15ê Berçileya 2023ê) Birêveberê Nivîsîngeha Dihokê ya Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê Xalid Ebas di kongireyekê rojnamevanî de got, “Amadekariyên piroseya hilbijartinên civatên parêzgehan li Dihokê bi rengekê serkeftî temam bûne, zêdetirî 54 hezar awareyên Şingalê ku li kempên Dihokê ne dê tevlî vê piroseyê bibin”.

Amaje da wê yekê jî ku, “Li gor ragehandina komisyona ragehandin û gehandinê ya Îraqî, divê ji îro ve ragehandin û kandîd pabendî biryara “bêdengiya ragehandinê” bin, ji bo ku ew pirose ku sibe bi dengdana taybet dest pê dike bê arêşe bi rê ve biçe”.

Tekez jî kir ku, “Ew pabendî kandîdan jî vedigire, ku li dû qanûna hejmar 4 a sala 2023ê rûbirûyî sizayên qanûnî dibin”.

Xalid Ebas behsa wê yekê jî kir ku, “Ji bilî amadekariyên teknîkî, amadekariyên ewlehiyê jî hatine kirin, taybet ji bo parastina bingehên dengdanê û parastina ewlehiya roja hilbijartinan”.

Navbirî ron kir, “Li Dihokê 34 bingeh hatine danan ji bo ku aware li wan bingehan dengê xwe bidin”. Herwesa got, “Ew 34 bingeh 131 westgehên dengdanê vedigirin û zêdetirî 54 hezar kesan mafê dengdanê li wan bingehan heye”.

Civata Parêzgeha Neynawayê ji 26 kursiyan pêk hatiye ku heft kursî yên kutaya jinan in, sê kursiyên kutayê ji bo pêkhatên Êzidî, Şebek û Kiristiyan in ku kursiyên parêzgeha Neynawayê dibin 29 kursî.

Biryar e 18ê vê mehê, hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê (ji bilî parêzgehên Herêma Kurdistanê) bên kirin, ku zêdetirî 16 milyon kesan mafê dengdanê heye.

Komisyona Hilbijartinan a Îraqê ji bo vekirina heft hezar û 765 bingehên dengdanê amadekarî kirine ku 48 hezar 40 westgehên dengdanê vedigire, ji bo dengdanên giştî, taybetî û awareyan.