Serbest Lezgîn: Dengdana Kurdan li Kerkûkê û deverên din ên Kurdistanî gelek giring e

Serbest Lezgîn
Serbest Lezgîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya Hewlêrê ya PDKyê amajeyê dide wê yekê ku, dengdana Kurdan taybet li Kerkûkê û deverên din ên Kurdistanî gelek giring e.

Îro (Duşem, 18ê Berçileya 2023ê) Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya Hewlêrê ya PDKyê Serbest Lezgîn di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragehand, çi arêşeyên mezin di piroseya hilbijartinan de çê nebûye, belkî hindek arêşeyên teknîkî li Sergeranê û deverên din çê bûne û komisyon bizavê dike ku çare bike.

Herwesa Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya Hewlêrê ya PDKyê amaje da wê yekê jî ku, ji ber wê hevrikiya siyasî û dîrokî ya li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê heye, dengdana Kurdan li Kerkûkê û deverên din ên Kurdistanî gelek giring e.

Serbest Lezgîn tekez jî kir, dilgermiyeka zêde li nik dengderên Kurd heye ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Serê sibeha îro (Duşem, 18ê Berçileya 2023ê) hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê li 15 parêzgehên Îraqê hatin destpêkirin û dê heta seet 6:00 ê êvarê berdewam bin. Piştî sala 2005ê, ev cara yekê ye hilbijartin li parêzgeha Kerkûkê tên kirin.