Kemal Kerkûkî: Piroseya hilbijartinan gelek xirab derbaz bû, me skala tomar kiriye

Kemal Kerkûkî
Kemal Kerkûkî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Civata Serkirdetiyê ya Kerkûk-Germiyanê ya PDKyê dibêje, “Em ji hilbijartinan nerazî ne û me skala tomar kiriye”.

Îro (Duşem, 18ê Berçileya 2023ê) Serokê Civata Serkirdetiyê ya Kerkûk-Germiyanê ya PDKyê Kemal Kerkûkî di derheqa hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê de ji K24ê re got, “Piroseya hilbijartinan bi rengekê xirab derbaz bû, şûntilên bi hezaran kesan nehatin xwandin û ji dengdanê bêpar bûn”.

Kemal Kerkûkî dibêje, “Heta niha sedemên nexwandina şûntilên dengderan bi wan amûran diyar nîne. Me nezanî çima bi dest nehejmart ku hejmara dengan li westgehan kêm bû. Tevî ku Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan di piroseya dengdanên taybet de ragehandibû ku arêşeya nexwandina şûntilan dubare nabe, lê dubare bû û wekî ew bi xwe dibêjin, bi hezaran kes ji wî mafî bêpar bûn”.

Herwesa amajeyê dide, “Xelk ji bo diyarkirina nerazîbûnê çûne ber deriyê komisyonê. Gotgotkek li nav xelkî belav bû ku arêşe dê di piroseyê de çê bibe, û arêşe çê bû jî. Zêrevanên parêzgerê sepandî yê Kerkûkê bi zêrevanên dadweran re kir şer, em vê yekê wekî pilan dibînin ku êrîşê bikin ser sindoqên dengdanê”.

Herwesa dibêje, “Hêzên PDKyê li ser rênimayên Serok Barzanî pabend in ku hêmin bin û rêyên qanûnî bidin ber xwe”. Amajeyê dide wê yekê ku ji vê piroseyê nerazî ne, komisyonê jî wekî berpirsyara amûrên xirab dizanin.

Zêdeebarî wê yekê jî, Kerkûkî dilxweşiya xwe nîşan da ku Kurd û alîgirên PDKyê li Kerkûkê qesta ser sindoqan kir, tevî ku gelek ji wan ji wî mafî bêpar jî bûn”.

Kerkûkî tekez jî kir, “Hilbijartin bi rengekê xirab derbaz bûn, em hêvîdar in meremeka xirab nebe”.

Serê sibeha îro (Duşem, 18ê Berçileya 2023ê) hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê li 15 parêzgehên Îraqê hatin destpêkirin û heta seet 6:00 ê êvarê berdewam bûn. Piştî sala 2005ê, ev cara yekê ye hilbijartin li parêzgeha Kerkûkê tên kirin.