Îsal 100 milyar dînar ji bo pirojeyên rêyan li Soranê hatine mezaxtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di sala 2023ê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 100 milyar dînar ji bo pirojeyên rêyan li Îdareya Serbixwe ya Soranê mezaxtine.

Yek ji wan pirojeyan çêkirina cadeya dusayidî ya 40 metrî ye ku gehiştiye qonaxa dawiyê. Bi temambûna wê cadeyê, qerebalixiya nav Soranê dê gelek kêm bibe.

Serperiştê wê pirojeyê Barzan Axa ji K24ê re ragehand, “Dirêjiya wê pirojeyê dê nêzî pênc kîlometr û nîvan be. Bi temamkirina wê pirojeyê jî, qerebalixa nav Soranê dê kêm bibe. Ew yek ji pirojeyên giring ên Îdareya Serbixwe ya Soranê tê hijmartin”.

Îdareya Serbixwe ya Soranê di çarçoveya kabîneya nehê de rêyan wekî jêrxaneyeka giring a avedanî û vejandina kertên giring ên jiyanê dibîne. Di vê çarçoveyê de, piraniya pirojeyên Soranê yên sala 2023ê girêdayî kertê rêyan bûne.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Necîb ji K24ê re got, “Me bizav kiriye ku hêsankariyên temam ji bo pirojeyên sitratejî hebin û taybet ji bo rêyan û wan rêyên tên nav ser sinorê Soranê, ji bo ku bikarin xwe li ber van hemî livînên bazirganî, geştyarî û çandinê bigirin. Herwesa me xwastiye rêyan ji bo weberhênanê xweş bikin, ji bo ku pirojeyên weberhênanê li deverê bên bicihanîn. Ji bo vê yekê jî, eger rêyên baş nebin, derfeta anîna weberhêneran peyda nabe”.

Li dû amara Îdareya Serbixwe ya Soranê, Hikûmeta Hewrêma Kurdistanê di sala 2023ê de 100 milyar dînar tenê ji bo pirojeyên rêyan li wê deverê terxan kirine û rêyên wê deverê kirine dusayid an jî nûjen kirine.

Pêştir berçavtirîn arêşeya xizmetkariyên destpêkî yên devera Soranê xirabiya rêyan bû, lê piştî ku bûye îdare û taybet îsal di warê pirojeyan de û taybet pirojeyên rêyan saleka zêrîn bû.