Hawar Mihemed: Hikûmetên xwecihî bê PDKyê nayên pêkanîn

Hawar Mihemed
Hawar Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Qanûnî yê Pişka Hilbijartinan a PDKyê dibêje, PDKyê di piroseya hilbijartinên civatên parêzgehan de 15 skala tomar kirine. Herwesa dibêje, hikûmetên xwecihî bê PDKyê nayên pêkanîn.

Doh (Pêncşem, 21ê Berçileya 2023ê) Berpirsê Qanûnî yê Pişka Hilbijartinan a PDKyê Hawar Mihemed taybet ji K24ê re ragehand, di piroseya hilbijartinên civatên parêzgehan de, 15 skala tomar kirine ku 10 ji wan li Kerkûkê û yên din jî li Neynawa û Diyalayê ne.

Hawar Mihemed bal kişand ser wê yekê ku, skalayên wan girêdayî destdirêjiyên hêzên çekdar û milîşiyayn in ku li ser kadir û nûnerên wan li navendên dengdanan hatine kirin, bi rengekî ku du nûnerên wan hatibûn girtin.

Navbirî behsa wê yekê jî kir ku, ew 10 skalayên ku li Kerkûkê hatine tomarkirin girêdayî binpêkirinên di hilbijartinên taybet û yên giştî de ne.

Berpirsê Qanûnî yê Pişka Hilbijartinan a PDKyê herwesa got, li hemî parêzgehên ku ew tevlî hilbijartinan bûne, nabe PDK wekî hêzeka mezin di pêkanîna hikûmetên xwecihî de bê piştguhxistin ji ber ku bê PDKyê pêkanîna wan hikûmetan çi encam nabin.

Roja Duşemê, 18ê Berçileya 2023ê, hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê li 15 parêzgehan hatin kirin. Piştî sala 2005ê, ev cara yekê bû ku hilbijartin li parêzgeha Kerkûkê hatin kirin. Roja Sêşemê, 19ê Berçileya 2023ê, Komisyona Bala ya Hilbijartinan encamên berahiyê yên hilbijartinan ragehandin û amaje da ku rêjeya tevlîbûna dengderan 41% bû.