Peyamnêrê K24ê: Li Kerkûkê dengên 20 westgehên din hatin cudakirin

Cudakirina dengan li bingeheka dengdanê - wêne: Kurdistan24
Cudakirina dengan li bingeheka dengdanê - wêne: Kurdistan24

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro dengên 20 westgehên din ên parêzgeha Kerkûkê ji bo hilbijartinên civatên parêzgehan hatin cudakirin.

Îro (În, 22ê Berçileya 2023ê) Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê Hêmin Delo ragehand, “Îro dengên 20 westgehên din li parêzgeha Kerkûkê hatin cudakirin, ku 254 deng ji bo PDKyê, 558 deng ji bo YNKyê û 220 deng jî ji Urûbeyê bûn”.

Pêştir jî peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragehandibû, “Li Kerkûkê dengên 120 sindoqan bi destî tên hejmartin, ku 37 hezar deng in”.

Berdevkê Nivîsîngeha Kerkûkê ya Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê ji K24ê re ragehand, “Ev pirose durist bi rê ve diçe”.

Herwesa ragehand, “Me doh 54 bingehên dengdanê temam kirin, 58 bingeh mane, em dê îro wan jî temam bikin”.

Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê li ser hejmartina destî ya dengên wan westgehan berdewam e yên ku ji ber arêşeyên teknîkî encamên wan bi awayê eliktironî ji bo baregeha serekî ya komisyonê nehatibûn şandin.

Di vî warî de Komisyonê ragehandiye, di dema çend rojan de hejmartina destî ya dengan bidawî tê û mimkin e bandor li ser encamên hilbijartinan hebe.