Bo cara yekem di dîrokê de, Manchester City Kûpaya Tîmên Cîhanê bi dest dixe

Manchester City
Manchester City

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Îngîlîzî Manchester City li ser hesabê tîma Brezîlyayê Fluminense bû şampiyonê Kûpaya Tîmên Cîhanê, piştî ku di maça xwe ya duhî de bi (4) golên bêbersiv biser ket.

Şeva borî fîmala Kûpaya Tîmên Cîhanê li stadyuma Şah Ebdullah li bajarê Jeddah yê Sûidiye, Manchester City rûbirûyî Fluminense bû û bi encama (4 - 0) biser ket.

Golên Manchester City bi riya, yarîzanê Argentînî Julian Alvarez du got di xulekê (1 û 88), parêzvanê Brezîlyayê Nîno di xuleka (27) de bi şaşî û yarîzanê Îngîlîzî Phil Foden golek di xuleka (72) de hatin.

Manchester City bi rêberiya rahênerê xwe yê Spanî, “fîlozofê futbolê” Pep Guardiola, cara yekem e di dîroka xwe de, di yekemîn beşdariya xwe ya di vê pêşbirkê de Kûpaya Tîmên Cîhanê bidest dixe.

Guardiola bi MAN City re di sala 2023-an de, nasnavê xwe yê pêncemîn bi dest xist, piştî serkeftina di Lîga Premierê ya Îngiltiriyê, Kupaya FA, Champions League ya Ewropayê û Kûpaya Super a Ewropî.

Herwiha Guardiola di dîrokê de, bû rahênerê yekem ê ku çar caran Kûpaya Tîmên Cîhanê bidest dixe, ku pêştir du caran bi Barcelonayê re, di salên 2009 û 2011an de û sala 2013an jî bi Bayern Munchenê re.