Hewlêr.. Agir berbû apartmaneka Îskanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Agir berbû apartmaneka Îskanê û tîmên agirvemirandinê mijûlî vemirandina agirî ne.

Îro (Çarşem, 27ê Berçileya 2023ê) berî nîvro, agir berbû apartmaneka Îskanê. Peyamnêra K24ê Rênas Elî li cihê wê rûdanê ragehand, “Heta niha sedema agirberbûnê nehatiye zanîn û Tîmên Bergiriya Şaristanî çûne nav wê apartmanê û bizavê dikin wî agirî vemirînin”.

Yek ji şahidên wê rûdanê ji K24ê re got, “Ew apartmana agir berbûyê, malbatek tê ve dijî, lê heta niha me nezaniye ka zirarên canî hene an ne. Dûkeleka zêde heye, heta neyê kontirolkirin, em ziraran bi piştrastî nizanim”.

Berdevkê Birêveberiya Şaristanî ya Hewlêrê Karwan Mîrawdelî di daxuyaniyeka rojnamevanî de ragehand, “Heta niha sedem û zirarên vê rûdanê nayên zanîn ji ber ku gelek dûkel li nav wê apartmanê heye û çi tişt diyar nînin”.

Li dû zanyarên peyamnêra K24ê, kesek birîndar bûye.