Robert Ford: Ecindaya Waşintonê nîne devereka otonomî ji Kurdan re li rojhilatê Sûriyeyê dabimezrîne

Robert Ford
Robert Ford

Navenda Nûçeyan (K24) – Dawî Balyozê Amerîkayê li Sûriyeyê amajeyê dide, Ecindaya Waşintonê nîne devereka otonomî ji Kurdan re li rojhilatê Sûriyeyê dabimezrîne. Herwesa dibêje, “Amerîka qebûl dike li Îraq û Sûriyeyê ew êrîş li ser wê bên kirin, lê naxwaze bi Îranê re bikeve nav şerekê rasterast.

Îro (Pêncşem, 28ê Berçileyan 2023ê) dawî Balyozê Amerîkayê li Sûriyeyê ji K24ê re ragehand, pêşbîniyê nake rewşa Sûriyeyê bi temamî biherife lê rewşa Kurdan ji ber milîşiyayên girêdayî Îranê xirab e, herwesa ji ber êrîşên wan ên berdewam li ser hêzên Amerîkayê li Îraqê û Sûriyeyê, lê îdareya Biden naxwaze şerekê mezin û rasterast bi Îranê re bike, Îran jî dixwaze ji şerê rastrast bi Amerîkayê re dûr bikeve.

Di derheqa ecindaya mana Amerîkayê li deverê û taybet li Sûriyeyê de, Robert Ford got, “Giring e xelkê bakurê rojhilatê Sûriyeyêtê tê bigehe ku Amerîkayê ecindaya xwe li Sûriyeyê heye, ecindaya Amerîkayê jî berhingarbûna DAIŞê ye, ne ew e ku devereka otonomî ji Kurdan re li rojhilatê Sûriyeyê dabimezrîne, Waşinton berhev nîne devereka otonomî ji Kurdan re li wê derê çê bike”.

Şerê Israîl û Hemasê û îmkana berfirehbûna wî şerî tewerekê dî yê gotinên Robert Ford ji bo K24ê bû, got, “Giring e em gelek bi hûrî çavdêriya sinorê Libnan û Israîlê bikin, îmkan heye berhingarbûna Israîl û Hizbulahê dest pê bike, hingê şer dê li başûrê Libnanê dest pê bike, Îran jî dê piştgiriya hevpeymanên xwe bike ku li Îraq û Sûriyeyê li dijî bingehên serbazî yên Amerîkayê dest bi êrîşan bikin”.

Di derheqa bersivdana Amerîkayê ji bo wan êrîşên li Îraq û Sûriyeyê li ser bingehên wê tên kirin de, Ford amaje da, “Îdareya Biden di dema sê salan de gelek êrîş kirine ser milîşiyayan, ji bo mînak berî mehekê êrîş kir ser wan û heşt milîşiya ji komeka bi navê Hizbulah kuştin ku girêdayî Îranê ne, ji wan zêdetir jî di êrîşa vê heftiyê de kuştine, lê wê yekê wesa nekiriye ku Îran û milîşyayan rabiwestîne, lê pirsyar ew e Amerîka wan êrîşan qebûl dike an qebûl nake û gelo dê wan bi yekcarî nehêle. Bi dîtina min, niha heta astekî Amerîka wan êrîşan qebûl dike”.