Pirojeyek metirsiya lehiyan li ser Hewlêrê kêm dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgeha Hewlêrê radigehîne, 98% pirojeya pira Boks Kelverdî ya şeşderî ya cadeya navbera Bineslawe û Kesnezanê hatiye temamkirin ku metirsiya lehiyan li ser bajarê Hewlêrê kêm dike.
Îro (Yekşem, 31ê Berçileya 2023ê) parêzgeha Hewlêrê di ragehandinekê de eşkere kir, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, ji bo ku ji nêzîk ve haydarî birêveçûna karan bibe, serdana pirojeya çêkirina pira Boks Kelverdî ya şeşderî ya cadeya navbera Bineslawe û Kesnezanê kir.
Li dû zanyaran, ew piroje bi gojimê 246 milyon dînaran li ser budceya parêzgeha Hewlêrê û bi awayê belêbderatiyê tê bicihanîn.
Li dû ragehandina parêzgeha Hewlêrê, pirojeya pira Boks Kelverdî ya şeşderî ya cadeya navbera Bineslawe û Kesnezanê yek ji pirojeyên giring ên kêmkirina bandora lehiyan li bajarê Hewlêrê ye û niha 98% karên wê hatine temamkirin.
Di wê serdana xwe de, Parêzgerê Hewlêrê destxweşî li endazyar û serperişt û tîma wê pirojeyê kir.
Armanc ji çêkirina pira Boks Kelverdî ya şeşderî ya cadeya navbera Bineslawe û Kesnezanê, ku rêya ava xwezayî ya baranan li bilindahiyên Kesnezanê û Monomenta Şehîdan e, kêmkirina metirsiyên lehiyan li ser taxên deverê û bajarê Hewlêrê bi rengekê giştî ye.