Li Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartinên şaredariyan dest pê kir

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartinên şaredariyan destpê kir. Komîsyona Bilind a Hilbijartinê eşkere kir, mafê 36 partiyên siyasî heye beşdarî hilbijartinan bibin. Partiyên siyasî, dê li 81 bajar û 922 bajarokan bikevin pêşbirkê.

Di nava 81 bajaran de 30 şaredariyên mezin hene. Hin ji wan, wekî Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mêrsîn, Antalya, Edene û Bursa gelek stratejîk in. Lewma partiyên siyasî dikevin nav hevrikiyek mezin û hewla avakirina hevpeymaniyan didin.

Hevpeyamaniya herî diyar û bihêz Hevpeymaniya Cumhur e ku, ji AK-Partî û MHPyê pêk tê. MHP dê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê piştgiriya berbijêrê AK-Partiyê bike û li hin bajarên din ên ku dengên MHPyê zêde ne, AK-Partî dê berbijêr desnîşan neke û piştgiriya berbijêrê MHPyê bike.

Lê, aliyê opozîsyonê rewş nediyar û parçekirî ye. 3 partiyên sereke yên opozîsyonê CHP, Iyî-Partî û DEM-Partî li ser hevpeymaniyekê negihiştine çi rêkeftinekê. CHP daxwaza hevpeymaniyê ji Îyî-Partiyê kiribû, lê deriyên wê partiyê ji CHPyê re hatibûn girtin.

Îyî-Partî vê carê dixwaze, bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinê bibe. Ev rewş li cem DEM-Partiyê jî bi heman rengî ye û li gor daxuyaniyên herî dawî yên berpirsên vê partiyê, ew jî dê bi berbijêrên xwe beşdarê hilbijartinên şaredariyan bibin. Hevserokê DEM-Partiyê Tuncer Bakirhan gotibû, ew di navbera du arasteyên sereke yên Tirkiyeyê de, ne alî ne.