Nêçîrvan Barzanî û Falih Feyaz tekeziyê li ser aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Heşda Şeibî  tekezî li ser wê yekê kirin ku divê Iraq tevlî nakokiyên li herêmê nebe.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro danê sibê li Bexdayê bi Serokê Heşda Şeibî Felih Feyaz re civiya.

Di civînê de, rewşa ewlekarî ya Îraqê, metirsiya terorê, êrîşên terorîstên DAIŞê li ser hêzên ewlekarî û welatiyên Îraqê, dawî pêşhatên şer û pevçûnan û bandor û encamên wan li ser deverê gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku nabe Îraq bikeve nav kêşeyên li herêmê û parastina aştî, aramî û berjewendîyên bilind ên welat divê karê pêşîne yê hemûyan be.

Her alî hevnêrîn bûn ku armanckirina Pêşmerge û êrîşên bi dronan li ser Herêma Kurdistanê, dê zirarê bigihîne ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê.

Li gorî daxuyaniyê jî, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pîêwendiyên Iraqê bi welatên cîran û navçeyê re jî, mijarên din ên wê civînê bûn.