Dadgeha Federalî skalayeka din a li dijî Herêma Kurdistanê red kir

Dadgeha Federalî
Dadgeha Federalî

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Federalî di rûniştina xwe ya îro de skalayek li dijî nasandina civatên şaredariyên Herêma Kurdistanê wekî civatên nedestûrî û neqanûnî red kir.

Piştî ku par ji aliyê çar kesan ve skalaya hejmar 270/Federalî/2023 hatibû tomarkirin ku qaşo Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rengekê neqanûnî û nedestûrî civatên şaredariyên xwe pêk anîne, Dadgeha Federalî îro (Yekşem, 14ê Çileya 2024ê) ew skala red kir û di naveroka biryara xw de amaje daye wê yekê ku, çi binpêkirinên destûrî û qanûnî di pêkanîna wan civatan de nînin.

Li gor ragehandina Dadgeha Federalî, ew kesên ku ew skala li dijî Herêma Kurdistanê tomar kiribû ev bûn; Reed Refhe Mihemed, Ako Mihemed Mehmûd, Bedel Ebdulbaqî Ebabekir û Elî Ehmed Baban. Skalaya wan jî li ser bingeha qanûna civatên parêzgehên Herêma Kurdistanê bi hejmar 3 ya sala 2009ê hatiye tomarkirin.

Herwesa Dadgeha Federalî tekez kiriye ku pêkanîna civatên şaredariyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve berivajî benda duyê ya madeya 13ê ya Destûrê Îraqê nîne, ku li sala 2005ê hatiye pejirandin.