Li Diyarbekirê şer e, kuştî û birîndar hene
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di navbera du malbatan de şer çê bû, kesek hat kuştin û du kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan, îro (Duşem, 15ê Çileya 2024ê) li Diyarbekirê, li ser cadeya Înonûyê, di navbera du malbatên ku bi hev re dijminatî dikirin de şerê bi çekî çê bû.
Di encama şerî de, kesekê bi navê Cîhan Demîr ê 25 salî hat kuştin û du jin jî birîndar bûn.
Kesên birîndar ji aliyê tîmên saxlemiyê ve ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin û tên çarekirin.
Herwesa kesek jî hat desteserkirin û ji aliyê hêzên ewlehîyê ve li ser bûyerê lepirsînê destpê kir.