Hikûmeta Iraqê giliyê li dijî Îranê li Encûmena Asayişa ya Navdewletî tomar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Iraqê li malpera xwe ta fermi belav kir, wan gilînameyek derbarê êrişên dijminane û mûşekî yên Îranê li ser Hewlêrê de, pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî û Neteweyên Yekgirtiye kir û ragihand, di êrîşan de sivîl hatin kuştin û birîndarkirin û ziyan gihiştiye mal û milkên giştî û taybet.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê de hatiye, wan bi riya Nûnertiya Hertimî yê Iraqê li New Yorkê re, du nameyên wek hev ji Sekreterê Giştî yê NY û Serokê Encûmena Asayişa Navdewletî re şandin û tê de tekez kirine ku ew kiryara dijminane ya Îranê, binpêkirina aşkere ya serwerî û ewlehiya Iraq, Herêma Kurdistanê û welatiyên Iraqê ye.

Şeva 15.01.2024 çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Piştre jî Pasdarên Şoreşa Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn.

Piştî serdana cihê êrîş û birîndaran, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî ku Serokê Komîteya Lêkolînê ya Hikûmeta Iraqê ye ragihand: “Bi awayekî meydanî me ligel komîteya lêkolînê serdana mala sermayedarekî li Hewlêrê kir, hatibû bombebarankirin. Derket holê ku gotegotên dibêjin ku baregeha Mossadê li Hewlêrê hatiye armanckirin, ji rastiyê dûr in.”