Medyayên cîhanî gotinên Mesrûr Barzanî yên li ser êrîşa Îranê parve dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Êrîşên moşekî yên Îranê bo ser Hewlêrê û şehîdkirina welatiyên sivîl, paştir jî çêkirina tometên bêbingeh ji bo wan êrîşan, bûne cihê giringîpêdana ajans û medyayên cîhanî.
Ajans, tilevizyon û rojnameyên mezin ên cîhanê gotinên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê yên di derheqa redkirina gotgotkên Îranê ji bo hebûna bingehên sîxuriyê li Herêma Kurdistanê parve kirine.
Ajansa Reutersê di wî warî de nivîsiye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tometên Îranê ji bo hebûna bingeha Mossadê wekî gotinên bêbingeh binav dike”.
Ajansa France pressê jî çend nûçe li ser wan rengevadanan parve kirine û ragehandiye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê red dike ku çi bingeheka sîxuriyê li Herêma Kurdistanê hebe, wan gotgotkan wekî gotinên nerast û çêkirî binav dike”.
Herwesa rojnameya The Gardian a Brîtanyayî jî li ser rûpela xwe gotineka Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî danaye û amaje daye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê êrîşên Îranê wekî kujek û çavkaniya ziraran bo ser welatiyên sivîl binav dike”.
The Nationalê jî gotiye, “Herêma Kurdistanê bi rêya Serokwezîrê xwe gotgotka Îranê ji bo hebûna bingeha sîxuriyê wekî derew nîşan dide”.
Ji aliyekê din ve rojnameya Washington Postê ya Amerîkayî nivîsiye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdebarî şermezarkirina wê êrîşê, red dike ku ew kiryar îradeya wan bişkênin”.
CNB News a Amerîkayî jî parve kiriye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşên Îranê wekî destdirêjî bo ser serweriya Herêma Kurdistanê û Îraqê binav dike, êrîşên wan jî red dike”.
Malpera Al-Monitorê ya Amerîkayî jî raportek li ser rengvedanên berpirsên Herêma Kurdistanê li dijî êrîşa Îranê parve kiriye û amaje daye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî zêdebarî şermezarkirina wê êrîşê, hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Derve yê Îranê re wekî nerazîbûn helweşand”.