Helebce.. Xwenîşandaneka berfireh li dijî êrîşa Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê tê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêra K24ê Evîn Eta ragehand, “Ji bo şermezarkirina wê êrîşa li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatiye kirin û bûye sedema şehîdkirin û birîndarkirina xelkê sivîl, xelkê Helebceyê jî wekî xelkê bajarên dî yên Kurdistanê îro li meydana Omerê Xawer, bi berhevbûna tevaya tex û çînên xwe xwenîşandanekê dike, bi drûşmê Ne ji bo Kuştina Zarokan û Xelkê Sivîl ê Herêma Kurdistanê, ji meydana Omerê Xawer dest pê dike heta beranberî Baxê Giştî”.
Omer Faris ku yek ji serperiştên xwenîşandana parêzgeha Helebceyê ye ji K24ê re ragehand, “Îro xwenîşandaneka aram li parêzgeha Helebceyê bi tevlîbûna tevaya tex û çînên wê tê kirin û em dê wan êrîşan şermezar bikin ên ku bo ser Herêma Kurdistanê tên kirin”.
Herwesa got, “Em peyama xwe ya nerazîbûnê digehînin Civaka Navdewletî ku divê helwest li ser wan êrîşan hebe û em daxwazê dikin ku serweriya axa Îraqê û Herêma Kurdistanê bê parastin. Em wekî tex û çînên parêzgeha Helebceyê dilsoziya xwe ji bo xelkê Hewlêrê diyar dikin”.
Ev di demekê de ye ku roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.
Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.