Wezîrê Navxwe yê Iraqê: Polîsên Federal dê berpirsyariya asayîşa Kerkûkê werbigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Iraqê dibêje, di paşerojê de Polîsên Federal dê berpirsyariya asayişa navenda bajarê Kerkûkê û qezaya Hewîceyê werbigirin.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Ebdulemîr Şemerî îro 25ê Çileya 2024a serdana bajarê Kerkûkê kir û di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, di qonaxa bê de Rêveberiya Polîsên Federal û Wezareta Navxwe dê berpirsatiya bajarê Kerkûk û qezaya Hewîceyê bigirin ser milê xwe.

Şemerî got: “Me bi Parêzgarê Kerkûkê re li hev kir ku projeyên girêdayî danîna kamerayên çavdêriyê li navenda Kerkûkê temam bikin.”

Wezîrê Navxwe yê Iraqê got, ew ê di paşerojê de zêdetir giringiyê bidin xalên kontrolê yên li Kerkûkê û parêzgehên din ên Iraqê û zêdetir alavên sonar pêşkêşî wan bikin.

Ev di demekê de ye, piştî êrişa artêşa Iraqê û Heşda Şeibî di 16ê Cotmeha 2017an de li ser Kerkûkê, berpirsatiya ewlehiya parêzgeha Kerkûkê girtibû destê xwe.

Di heman demê de, li gorî bernameya hikûmeta niha ya Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, divê proseya veguhestina desthilata ewlehiyê li Kerkûkê bê cibicîkirin û hêzeke polîs ji pêkhateyên bajêr bê avakirin.